Heleb-Meclîsa Jinan pêşangeheke wêneyan li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê 8’ê Tîrmehê hemleyeke siyasî, civakî ya mehek û nîvê ragihand.
Di çarçoveya hemleyê de, Meclîsê pêşangeheke wêneyan li taxa Eşrefiyê ya Helebê li dar xist.

Pêşengeha wêneyan bi dirûşma “Jina zana bingeha avakirina malbatek demokratîk e” li Parka Efrîn a taxa Eşrefiyê li dar ket.

Di pêşangehê de, 100 tabloyên bi mijarên mîna azadiya jinan, pêwîstiya hevgirtinê, rizgarkirina herêmên dagirkirî hatin pêşandan.

Destpêka pêşangehê, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê Hena Kerdûş axivî û got:

Tevî zehmetiyan, jinan bi perwerde û birêxistinê gavên mezin avêtin.

Dûre, koma Strêkên Efrînê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo berhemên xwe pêşandan.

Dawiyê, jinên ciwan û zarok bi tabloyên xwe tevli pêşangehê bûne ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve hatin xelatkirin.

Back to top button