Qamişlo-bi merasîmekê şehîd Şêrzad Qamişlo hat oxir kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Îbrahîm bi merasîmekê spartin axê.

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Îbrahîm (Şêrzad Qamişlo) 12’ê Tîrmehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên qamişlo, Endamên PYD, Kongra Star û Meclisa Bajarê Qamişlo tevlî merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Ibêd Ebdê axivî, hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bibîra anî û got:

“Şehîd xwedî fikr û ramanên cesaret û lehengiyê ne. Ji bo parastina gel û welatê xwe canê xwe feda kirine.

Dayîna mafê van şehîdan tenê bi şopandina rêya wan pêk tê.”

Ebdê got, Şoreş dewam dike, divê em bi wijdan li ser xeta şehîdên xwe bin.

“Divê malbatên şehîdan îradeya xwe mezin bikin, da ku bikarin barê soza şehîdên xwe hilgirin.

Endamê Rêveberiya Eyaleta Şehîd Rûbar Qamişlo, Nezîr Sofî jî soza soza şopandina rêya şehîdan da.

Her weha birayê Şehîd Mihemed Îbrahîm, Ehmed Îbrahîm jî axivî û soz da ku çeka birayê xwe li erdê nehêle.

Dawiyê nanameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button