QSD: Kesên destê wan di derxistina tevlîheviyê de hebû hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku kesên destê wan di derxistina tevliheviyê de hebû hatin girtin.

QSD’ê eşkere kir ku kesên ku destê wan di derxistina tevliheviya li Dêrazorê de hebû, hatin girtin.

Navendê bi berfirehî got:

Piştî pirsgirêka dawî ku îro nîvro di navbera hin endamên hêzên leşkerî yên Dêrazorê de çêbû, hêzên me li gorî perspektîfa Fermandariya Giştî, komîteyek avakir.

Komîte ji bo şopandina pirsgirêkê û çareserkirina wê li gorî pergala hêzê me û bi koordîneya rûspiyên herêmê ket tevgerê.

Li ser wê esasê, kesên destê wan di bûyerê de hebû, hatin girtin û tedbîrên pêwîst jî hatin girtin.

QSD’ê bûyera li Dêrazorê bi fitneyê bi nav kir

Back to top button