Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan hat girtin

Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan hat girtin û 3 rojnamevanên din hatin berdan.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, Delal Akyuz û edîtora T24’ê Sîbel Yuklerê îro çarçoveya lêpirsîneke serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin.

Arslan bi daxwaza girtin û Yukler û Ak-yuz jî bi şertê kontrolkirina edlî sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgeriyê derbarê Arslan de biryara girtinê da.

Rojnamevan Akyuz, Yukler û Denîz hatin berdan

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz û edîtora T24’ê Sîbel Yukler jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.

Rojnamevan Evrîm Denîz jî ku li Amedê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin.

Dozgeriyê jî ew bi şertê kontrolkirina edlî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar kir.

Dadgeriyê Denîz bi şertê kontrolkirina edlî berda.

Li Îzmîr û Enqereyê 3 rojnamevan hatin binçavkirin

Back to top button