Li Îzmîr û Enqereyê 2 nûçegihanên ajansa Mezopotamiya û rojnamevanek hatin binçavkirin.
Vê sibehê li Enqereyê polîsan bi ser malên nûçegihanê ajansa MA’yê Firat Can Arslan û rojnamevan Sîbel Yukler de girtin.
Li gorî ajansa navborî her du kes hatin binçavkirin û telefon û komputera Arslan jî hatin desteser kirin.
Li Îzmîrê jî polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser mala nûçegihanê heman ajansê Delal Akyuz de girtin û ew binçavkirin.
Ajansê eşkere kir ku hîna sedema binçavkirina her du nûçegihanên wan nehatiye zanîn.