PENTAGON: GAVA DANÎMARKAYÊ YA ŞANDINA HÊZÊN XWE BO SÛRIYÊ ERÊNÎ YE

Di çarçoveya berdewmiya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê, Hikûmeta Danîmarkayê biryara şandina hêzên xwe ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî stand.
Li gorî Danîmareka, wê li gel van hêzan tîmên tenduristî û alavên lojistîk jî hebin.
Pentegonê ji aliyê xwe ve ev gav bi erênî nirxand û tekez kir bi vê yekê dilsoziya Danîmarkayê bi Kolasyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê re diyar dibe, ku Danîmarka bi xwe ji damezrînerê wê ye.

DANÎMARKA HÊZÊN XWE DIŞÎNE BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Serokwezîra welatê Danîmarkayê Mîta Firêdirêkisn  di kongreyeke çapemeniyê de ku li paytexta Danîmarkayê Kopinhagin pêk hatî de axivî.

Mîta Firêdirêkisn diyar kir ku Danîmarka dê piştgiriya Koalsyona Navdewletî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam bike û li gel şandina hêzên leşkerî wê tîmên tenduristî û alavên lojistîk jî werin şandin.

PENTAGON: GAVA DANÎMARKAYÊ ERÊNÎ YE

Têkildarî mijarê wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon daxuyaniyek da.

Berdevkê Pentagonê, Jonathan Robêns diyar kir ku Danîmark ji damzrînerênê Kolasyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê ye û bi vê gavê pabendiya Danîmark bi şerê li dijî DAIŞ’ê nîşan dide.

Jonathan Robêns tekez kir ku şandina Danîmark ji hêzên xwe bo Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser berdewamiya piştgiriya Koalsyona Navdewletî bi QSD’ê re destnîşan dike.

PENTAGON: BI ŞANDINA HÊZÊN DANÎMARKAYÊ PARASTINA EWLEHIYA HERÊMÊ MISOGER DIBE

Berdevkê Pentagonê, da xuyakirin ku Hêzên Danîmarkê hevkarên hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne û ev yek bingeha parastina ewlehiya Herêmê ava dike.

Di Tîrmeha borî de DYE ji welatê Danîmarkayê xwestibû ku ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê hêzên xwe bişîne Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Di Kanûna sala 2018an de jî Serokê Emerîkayê Donald Trump biryara vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê da.

Li ser vê esasê Trump ji dewletên Ewropî xwest ku ew jî li dijî terora DAIŞ’ê bi erka xwe rabin.

Piştî biryara Trump, welatên Birîtaniya û Fransayê biryara zêdekirina hêzên xwe li Sûriyê dan.

 

 

Leave a Reply

Back to top button