“Rêveberiya Xweser ji bo aloziyiya Sûrî xwedî projeyeke Demokratîk e”

Siyasetmedarên Misrî Mihemed Fetih El Şerîf û Ehmed Enan diyar kirin ji ber dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin xwedî hêz û xweser bibin herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dagir dike.
Siyasetmedaran anîn ziman bi projeyên demokratîk ên Rêveberiya Xweser wê alozî û pirsgirêkên Sûriyê were çareserkirin.

Serokê Navenda Lêkolîn û Lêgerînên Ereb a Qahîrê Mihemed Fethî El Şerîf û siyasetmedar û lêkolîner Ehmed Enan der barê modela Rêveberiya Xwer a li Rojava de ji ANF’ê re axivin.

Mihemed Fethî El Şerîf anî ziman ku Kurdan bi ruhê berxwedêr çeteyên hov yên ji bo tevahiya cihanê gef bû, li Rojhilata Navîn têk bir.

El Şerîf da zanîn QSD hêzekî parêzvanên gelên Sûriyê ye û axa xwe ji dagirkeran diparêz e.

El Şerîf diyar kir hewldanên Rêveberiya Xweser a ji bo yekbûyîn û çareserkirina pirsgirkên Sûriyê jî hêja ye û got,

“Rêveberiya Xweser li dijî êrîşan gel û axa xwe parast. Rêveberiya Xweser yekbûyîna xaka Sûriyê diparêze û ji bo pêşeroja Sûriyê jî xwedî projeyek demokratîk e.”

Ehmed Enan: Aloziya Sûriyê wê bi Rêveberiya Xweser bê çareserkirin

Siyasetmedar û lêkolînerê Misrî Ehmed Enan jî diyar kir ku terora herî mezin û xeteriya li ser tevahiya cîhanê DAIŞ bû û got:

“QSD’ê ev terora ji bo tevahiya cîhanê xeternak têk bir û ji holê rakir.

Bi Rêveberiya Xweser wê gav bi gav alozî û pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.”

Enan da zanîn bandora Kurdan bi taybetî li ser Misrê û tevahiya cîhanê heye. Modela Rêveberiya Xweser projeyek serketî ye û mînak e.

Enan anî ziman ku Rojavayê Kurdistanê di asta siyasî de pêş dikeve û êdî dewletên cîhanê bi çavek mezin li Rêveberiya Xweser dinêre û got, “Wê peywendî û têkilî di aliyê siyasî û aborî de Rojava xurt bike.”

Ehmed Enan da zanîn dewleta Tirk jê ditirse ku Kurd bibin xwedî hêz û xweser bin û wiha bi dawî kir,

Dewleta Tirk vê yekê ji xwe re weke metirsî dibîne, qanûnên navneteweyî binpê dike û hin cihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagir kiriye.”

Back to top button