Dayikên gerîla banga rêzdayîna ji civaka êzidî re kir

Di çarçoveya pêngava KCK’ê ya li dijî dagirkeriyê de dayikên gerîlayên HPG`ê û şehîdan îro li navçeyên Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê û navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxuyanî dan.
Dayikan banga berdewamkirina berxwedana li dijî artêşa dagirkeran kir.

Dayikên gerîla û şehîdan di hefteya 5`an a çalakiya xwe de, banga rêzgirtina ji civaka êzidî re kir ku ew bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin.

Dayikên şervanên HPG`ê û şehîdan li navçeyên Tirbespiyê ya kantona Qamişlo daxuyanik dan.

Daxuyanî li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ciwana Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi armanca tunekirina hebûna gelê Şengalê hêzên desthilatdar komkujî pêk anîn, lê belê êzidî li hemberî wan êriş û komkujiyan sekinî.

Dawiya daxuyaniyê, dayikên şehîdan û gerîlayan got divê gelê Şengalê xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û planên ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Şengalê çêkiriye, werin naskirin.

Dayikên gerîla banga dewamkirina berxwedanê li dijî dagirkeriyê kir

Li navçeya Dirbêsiyê jî, bi dehan dayikên gerîla li Baxçeyê Şehîd Zevîn ê Dirbêsiyê kom bûn û daxuyaniyek da.

Dayikên gerîla û şervanên HPG’ê êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên parastina Medya yên li Heftenînê şermezar kirin.

Mamosteya zimanê kurdî Leyla Bekir daxuyanî xwend, bêdengiya civaka navneteweyî ji sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şermezar kir û bang li partî û hêzên kurdî kir ku li hemberî êrişên artêşa Tirk yekitiya xwe ava bikin.

Back to top button