Şandeya Jinên Şengalê ji YNK’ê xwest bêdeng nemîne

Şandeyek ji Jinên Şengalî derbarê peymana dagirkirina Şenalê ya PDK, Tirkiyê û Hikûmeta Iraqê de li Silêmanê bi jinên YNK’yî re civiyan.
Şandeyê ji jinên YNK’yî daxwaz kir ku li hember vê planê bêdeng nemînin.
Kurdên Rusyayê jî li ber vê peymana dagirkirina Şenalê rabûn û diyarkirin ku ew vê peymanê weke berdewamiya komkujiya 2014’an dibînin.

Bertekên li hember peymana dagirkirina Şengalê ya di navbera PDK, Tirkiyê û Hikûmeta Iraqê de roj bi roj zêdetir dibe.

Şandeya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ ji bo pêşî plana li ser wan hatiye kirin bigrin di nav hewildana de ne.

Şandeya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî derbarê peymana PDK, Tirkiyê û Hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê li Silêmanê bi jinên partiya YNK’ê re civiyan.

Şandê ji jinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê-KNK’ê daxwaz kir ku divê YNK helwesta xwe ya li hemberî plana li ser Şengalê eşkere bike û bêdeng nemîne.

Jinên YNK’ê piştgiriya xwe ya Jinên Şengalê re anîn ziman ku ew jî li dijî vê peymanê ne.

Saziyên Kurdên Rusyayê: Ti rewabûna vê peymanê nîne

Her wiha Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê jî li dijî Peyman PDK, Tirkiyê û Iraqê ya li ser Şengalê derketin û daxuyaniyek hevpar dan.

Saziyan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku ew wek kurdên rusyayê vê peymana berdewamiya komkujiya 2014’an dibînin û gotin:

Li gel me ti rewabûna vê peymanê nîne û qebûl nakin.

Biryarên bi vî rengî yên bêyî erêkirin û tevlîkirina Êzidiyan tên wateya tunekirina îradeya Êzidiyan.”

Saziyên Kurdên Rusyayê bang li Rûsya û saziyên navneteweyî kir ku li hemper vê planê bêdeng nemînin.

Back to top button