Li herêma Reqayê dibistanek bi navê Hevrîn Xelef hat vekirin

Li herêma Reqayê, di çarçoveya çalakiyên bîranîna serkretera giştî ya partiya sûriya pêşerojê Hevrîn Xelef, dibistanek bi navê Hevrîn hat vekirin.

Merasîma vekirina dibistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Nûnerên rêveberiya xweser, endamên partiya sûriya pêşerojê, nûnerên civaka sivîl, komîteya perwerdeyê û hejmareke ji mamosteyan û şagirtan beşdarî merasîmê bûn.

Dibistan derdora 350 şagirtên keç ji rêfên navîn û amadeyî dihewîne.

Ji ber ku hejmara dibistanên navîn li herêmê kêm in û şagirt zehmetî di gihiştna dibistanên din dikşandin, ev dibistan hat vekirin.

Kesên di merasîmê de axivîn diyar kirin ku ewê heya cezakirina çeteyên dewleta tirk têkoşînê bikin, her wiha ewê têkoşîna hevrîn ya jo bo avakirina sûriyek demokratîk bidomînin.

Back to top button