Aloziya aboriyê ya li herêmên hikumeta Şamê her ku diçe kûrtir dibe

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya aboriyê her ku diçe kûrtir dibe.
Bi hatina zivistanê re piraniya welatiyan nikarin mazotê peyda bikin.
Li gelê wê jî pêdiviyên xwarinê buha ne.

Li herêmên Sûriyê aloziya aborî her diçe kur dibe û pêdiviyên jiyanî girantir dibin.

Li Sûriyê bi giştî û bi taybet li herêmên hikumeta Şamê, rewşeke aborî ya gelekî xerab serdest e.

Leyreya Sûrî li hemberî dolarê Amerîkî nirxê xwe winda dike û her dolarek zêdetirî 14 hezar leyre dike.

Bi bilindbûna dolar re, madeyên Sotemenî, xwarin û derman jî bûhatir dibin.

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê

Hikumeta Şamê salane 50 lître mazot a ji bo germkirinê li her malbatekê belav dike.

Her lîtreyekê bi 700 lîreyên Sûrî ye.

Ev miqdar têra çend rojan tenê dike.

Welatiyên ku hinekî derfetên wan hebin, neçar dibin her lîtreyek mazot bi 14-15 hezar lîreyan ji sûka reş bikirin, lê welatiyên aboriya wan lawaz bi betaniyan, xwe ji sermayê diparêzin.

Welatiyên li herêmên hikumeta Şamê her 100 rojan carekê tupên gazên bi dest xistin.

Buhayê her tûpekê 15 hezar lîreyên Sûriyê yê, lê li sûkên reş bi 150 hezar lîreyan e.

Her wiha lîtreyeke benzîn bi 8 hezar lîreyan e û li sûkên reş bi 12 hezar lîreyan e.

Ev yek bandoreke rasterast li tevgera erebeyan dike ku lêçûna veguhestinê (Teksî) gelekî buha bûye.

Ne tenê ev, di qada Tenduristiyê jî gelek derman nirxê wan buha bûn û hin cureyên dermanan nayên peydakirin.

Her wiha madeyên xwarinê jî nirxên wan zêdbûne.

Ji 3 mehan de piraniya karmendan êdî nikarin goştê mirîşkan bikirin ku her kîloyek bi 50 hezar lîreyan e.

Lîtreya zeyta berberojê bi 25 hezaran û ya zeyta zeytûnan bi 80 hezar lîreyan e.

Her wiha kîloya goştê çêlekan bi 120 hezar lîreyan e û yê pez 140-170 hezar lîre ye.

Mûçeyên karmendên hikumeta Şemê têra heftiyekê nake

Hemwextî wê muçeya karmendên hikumeta Şamê 200-300 hezar LS ye an ku bi qasî buhayê kîloyek goşt û mirîşkekê ye.

Tevî ewqas tişt, hikumeta Şamê bi îsrar e dev ji hişmendiya xwe bernade û tenê biryaran dide ku desthilatdar û bazirganên krîzê sûdê jê digirin.

Welatiyên li herêmên hikumeta Şamê, hikumetê berpirsê bihabûn, gendeliya di nav saziyan de, dizîna ji gel, qaçaxçîtiya madeyên hişbirê û standina pereyan ji welatiyan dibînin.

Her wiha bazirganên kirîzê ku têkiliya wan a rasterast bi berpirsên hikumeta Şamê re heye, bi zêdekirina buhayê xwarinê berpirs dibînin.

Ji ber vê yekê rewşa jiyanê paş dikeve û dibe sedema penaberiyê.

Back to top button