Roja dengdayîna li ser hikûmeta Elawî diyar bû

Li Iraqê ku li dijî desthilatdariya heyî xwepêşandan didomin, alozî hîna jî dewam dike.

Xwepêşandêrên ku daxwaza guhertinê û başkirina rewşa welat dikin, dest ji qadan bernadin.

Tevî ku xwepêşandêr qebûl nakin ku Mihemed Tewfîq Elawî hikûmeta nû ava bike jî, Serokê Parlementoya Iraqê ragihand ewê 27’ê Sibatê ji bo dayîna baweriyê ji hikûmeta Elawî re, kom bibin.

Li Iraqê ku li dijî desthilatdariya heyî xwepêşandan didomin, alozî hîna jî dewam dike.

Tevî ku xwepêşandêr avakirina hikûmeta ji aliyê Mihemed Tewfîqa Elawî ve qebûl nakin jî, amadekariyên avakirina hikûmetê tên kirin.

Di vê çarçoveyê de Serokê parlamentoyê Mihemed Helbusî bang li parlamenteran kir ku 27’ê Sibatê ji bo erêkirina li ser hikûmeta Elawî kom bibin.

Her wiha bang li Elawî jî hate kirin ku bername û formên wezîrên kabîneya nû, beriya civînê radestî parlamentoyê bike.

POMPEO JI ELAWÎ XWEST KU PIRSGIRÊKÊN BI KURDAN RE ÇARESER BIKE

Girêdayî mijarê Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi telefonê li gel Elawî axivî.

Pompeo ji bo sozên Elawî yên lidarxistina hilbijartinên pêşwext, kêfxweşiya xwe anî ziman û ji Elawî xwest ku ji bo avakirin û serkeftina hikûmeta nû, pirsgirêkên bi kurd û sunniyan re, çareser bike.

Pompeo her wiha bal kişand ser giringiya parastina xwepêşandêran û her wiha parastina dîplomatên Amerîka û baregehên wê yên li Iraqê, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve.

Back to top button