Rejîmê nuqteyek din a dewleta Tirk kir hedef, 10 kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene

Rejîma Sûrî nuqteyeke dewleta Tirk li Idlibê bombebaran kir û derdora 10 kuştî û birîndarên artêşa dewleta Tirk çêbûn.

Her wiha bi armanca kontrolkirina wê, dewleta Tirk û çeteyên wê dîsan êrîşî bajarokê Neyrebê kir.

Li aliyekî din Rûsya dîsan li ser şerê li dijî çeteyên li Idlibê teqez kir û diyar kir ku ew ê nehêlin ku terorîstên li Idlibê bên bêgunehkirin.

Dema ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo vekişîna hêzên rejîmê ji herêmên nû kontrolkirine ber bi dawiyê ve tê.

Lê li Idlibê tişta xuya dike, nîşaneya şerekî dijwartir e.

Rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê nuqteyeke din a dewleta Tirk li herêma Kensefrayê li başûrê Idlibê kir hedef.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku di encamê de derdora 10 kuştî û birîndarên artêşa dewleta Tirk çêbûn.

Her wiha gelek maşîneyên dewleta Tirk jî şewtîn û hatin teqandin.

DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ ÊRÎŞÎ BAJAROKÊ NEYRIBÊ KIR

Dewleta Tirk û çeteyên wê jî bi armanca kontrolkirina wê, êrîşên dijwar birin ser herêma Neyribê ku di destê rejîmê de ye.

Di encamê şerên navborî de 21 leşkerên rejîmê û 27 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

DEWLETA TIRK 4 NUQTEYÊN DIN LI IDLIBÊ AVA KIRIN

Hemwextî wê dewleta Tirk nuqteyên xwe li herêmê zêde dike û herî dawî 4 nuqteyên din li Idlibê ava kirin.

Ev nuqte jî li herêmên Ehsem, li nêzî Kensefra, Bara û li nêzî Bisamisê li başûrê Idlibê hatin avakirin.

Bi vê yekê jimara nuqteyên dewleta Tirk li herêma bi navê ”Kêmşer” gihîşt 43’an.

Ji bo asêkirina van nuqteyan jî, şeva borî dîsan dewleta Tirk karwanekî leşkerî ku ji derdora 100 maşîneyê pêk dihat derbasî herêmê kir.

SERGEY LAVROV: EM Ê NEHÊLIN TERORÎSTÊN LI IDLIBÊ BÊN BÊGUNEHKIRIN

Li aliyekî din Rûsya dîsan li ser dewamiya şerê li dijî çeteyên li Ildibê tekez kir.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyeke çapemeniyê de got:

”Careke din diyar dikim ku em ê li dijî hewldanên bêgunehkirina terorîstên ku Konseya Ewlekariyê ya NY`yê diyar kirine, bisekinin.”

Duh jî Berdevkê Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) Dîmitrî Pîskov ragihand ku Tirkiyê li gorî hevpeymana Sûçîyê tevnagere.

KREMLIN: TERORÎSTÊN LI IDLIBÊ ÇEKÊN PÊŞKETÎ BI DEST XISTINE

Pîskov bal kişande ser piştgiriya dewleta Tirk bi çeteyên li Ildibê û destnîşan kir ku ev çete çekên pêşketî bi dest xistine.

Piştî ku rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê li herêmên bi navê ”Kêmşer” gelek herêm bi dest xistin û hin nuqteyên dewleta Tirk dorpêç kirin, serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi zimanekî tûj gef li rejîmê xwar ku eger rejîm venegere sînorên hevpeymana Sûçî, ew ê bi awayekî leşkerî wê vegerînin.

Back to top button