Natanyaho gefa şerekî berfireh li Xezayê xwar

Seraya El-Quds êrişî nuqteyên Îsraîlê yên nêzî Xezayê kir û di encamê de îsraîleyek birîndar bû.

Serokê hikumeta Îsraîlê gefa şerekî berfireh xwar û Tevgera Hemas jî ragihand ku ev êrîş berfireh bibe, wê Israîl berdêlekî giran bide.

Seraya El-Quds îro danê nîvro zêdetirî 14 roket avêtin nuqteyên Îsraîlê yên nêzî Xezayê.

Di encamê de Israîliyek mir.

Balafirên Îsrayîlê jî êrîşî navendên Seraya El-Quds ên li Xanyûns a Xezzayê kirin.

Serokê hikumeta Îsraîlê diyar kir ku eger êrîş nesekinin dê êrişî komên Filistînê yên li Xezayê bikin.

Netanyahu ji dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê re ragihand ku ew şer naxwazin lê divê tevgera Hemas vê yekê baş fêm bike dibe ku şer derkeve.

Tevger Hemas jî bersiv da Netanyahu û diyar kir ku eger êrîş berfireh bibe, wê Israîl berdêlek giran bide.

Back to top button