Li Spanya hevseroka PYD’ê beşdarî kongreya Enternasyonala Sosyalîst bû

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah bi şandeyekê pêre, li Spanyayê beşdarî Kongreya Enternasyonala Sosyalîst bûn.
Di kongreyê de banga piştevaniyê hate kirin.
Piştî kongrê Asya Abdullha bi Serokwezîrê Spanyayê Sanchez û berpirsê têkiliyên rojavayê Asyayê ya Partiya Komunîst a Çînê re civiya.
Aliyan êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmê gotubêj kirin.

Ji 23’ê Sibatê ve li li paytexta Spanyayê Medrîd Kongreya Enternasyonala Sosyalîst tê lidarixin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û nûnerê partiyê yê Balkanê Îbrahîm Muslim jî îro di kongreyê de amade bûn.

Muslim: Divê pirsgirêka Sûriyê bi rêyên demokratîk çareser bibe

Îbrahîm Muslim bi navê PYD’ê di kongreyê de axivî û diyar kir ew gelek kêfxweş im ku bi navê PYD’ê amade bûne.

Muslim balkişand ser aloziya li Sûriyê û got:

“Di 12 salan de bi sed hezaran kes hatin kuştin, birîndar bûn û bi milyonan koçber bûn.

Ji ber şerê li welêt hîmanên jiyanê bi temamî wêran bûn.

Lê belê partiya me di nav vê tevliheviya mezin de xwedî li rêgezên enternasyonala sosyalîst derket.

Em bawer dikin ku em ê bi vê re rêya çareseriyê peyda bikin.”

Muslim diyarkir ku ew hewil didin aloziya Sûriyê li gorî rêbazên demokratîk çareser bikin û banga piştgiriya siyasî û dîplomasî kir.

Hevseroka pyd’ê asya abdullah bi serokwezîrê spanya re civiya

Piştî civînê Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah bi serokwezîrê Spanyayê Pidor Sanchez û berpirsê têkiliyên rojavayê Asyayê ya Partiya Komunîst a Çînê re civiya.

Di hevdîtinê de êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmê hatin goftûgokirin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah li Yewnanistanê rêze hevdîtin pêk anî

Back to top button