Balafirgeha Şam-11 Fermandarên pasdarên Îranê hatin kuştin

Şer û aloziya li herêmên Hikumeta Şamê her dewam dike.
11 fermandar di êrişa li ser balafirgeha Şamê de hatin kuştin.
Li Idlibê jî 2 çete hatin kuştin.
Her wiha bi hezaran xelkên Siwêdayî di îna dawî ya vê salê de, xwepêşandanek lidar xistin.

Şevê din li dijî balafirgeha Şamê êrişek pêk hat.

Li gorî Tora El Arabiyê ragihand di êrişê de 11 fermandarên Pasdarên Îranê hatin kuştin.

Her weha di êrişê de fermandarekî Pasdarên Îranê yê rojhilatê Sûriyê Newret Reşîd jî birîndar bûye.

Hate diyarkirin ku fermandarên hatine kuştin pêşwaziya şandeyeke payebilind dikirin.

Li Idlibê 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

Li hêlekî din, balafirên bê mirov ên xwekujî li derdora Merat Nesan a li Idlibê nuqeteyên Heyet Tehrîr El Şam bombebaran kirin.

Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li derdora Enkawî ya bakur – rojavayî Hemayê jî balafrieke bê-mirov kir armanc.

Bi hezaran Siwêdayî xwepêşandanek li dar xistin

Hemwextî aloziya heyî, xwepêşandanên li Siwêdayê jî bi israr dewam dikin.

Îro jî bi hezaran Siwêdayî di bin dirûşma “Îna dawî” daketin qadan û banga pêkanîna biryara 2254’an kirin.

Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsa “Gelê Sûrî Yek e, Xwîna Sûrî Yek e, Gelê Sûrî ne hêjayî girtin, êşkence û koçberiyê ye” hatin rakirin.

Ji 15’ê Tebaxê ve, xelkê Siwêdayê dadikevin qadan û banga xistina rêjîma sûriyê, berdana girtiyan û pêkanîna 2254’an dikin.

Balafirên Rûsya êrişî Idlibê kirin

Back to top button