Hejmara çeteyên Sûrî li Lîbyayê gihişt 9 hezar û 600’î

Hejmara çeteyên Sûrî ku bi riya dewleta Tirk gihane Lîbyayê gihişt 9 hezar û 600’î. Netewên Yekbûyî jî ji bo şandina çeteyên Sûrî ber Lîbyayê ve got: Ev tişt hêrsa yekî bilind dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand ku heta niha 9 hezar û 600 çeteyên Sûrî gihene Lîbyayê, ji wan 304 çete di şeran de hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî teqez kir ku di nava çeteyên ku gihane Lîbyayê de 180 zarokên kêmî 18 salî hene, ku ji wan heta niha 17 di şerên Lîbyayê de hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê jî eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk zarokên herêmê ji bo tevlîbûna şerê Lîbyayê bi rêbazên cuda dixapînin.

Li gorî rêxistinê, 35 cenazên kesên ku di şerê Lîbyayê de hatine kutşin li gorên gundê Qirmitliq a Efrînê hatine veşartin.

Pedersen: Ev tişt hêrsa yekî bilind dike

Ji aliyê xwe, Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî li Sûriyê, Geir Pedersen, derbarê şandina çeteyan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve fikarên xwe anî ziman û got:

“Ev tişt hêrsa yekî bilind dike.”

Back to top button