HPG: Li Xakurkê 4 lêşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Star yên li herêma Xakurkê de, 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parv kir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de.

18’ê Gulanê gerîlayan li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker, çalakiyek kirin.

Di çalakiya ku ji 2 baskan ve li leşkerên dagirkeiryê yên li ser gir de hatin xistin û 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

11′ û 18’ê Gulanê jî balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker herêmên Xakurkê û Zapê bombe kirin.

HPG’ê da zanîn ku di van êrîşan de ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên wan nehat.

Back to top button