“Wê wek dayîk têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd dewam bike”

Li Başûrê Kurdistanê jin bi calakiyên cûda cûda dixwazin balê bikşînin li ser tecrîdê.
Di 11’ê Nîsana 2023’yan de Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan (RJAK) di çarçoveya çalakiyên kampanyaya ‘Mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan’ pêngavek name şandinê ji bo Neteweyên Yekbûyî dabû destpêkirin.

Li seranserê Başûrê kurdistanê û Iraqê bi sedan jin tevlî vê pêngavê bûn û name ji YN re şandin

Jinan di nameyan de hestên xwe anîn ser ziman.

Emê yek ji nameyên ku ji aliyê jina bi navê Bêgerd Azadî ve hatî nivîsandin bi were parve bikin.

Naveroka nameyê wiha ye:

“Silavên min ji bo Rêberê Gelê Kurd, ez weke dayîkek gelek spasiya we dikim, ji ber ku hun yekem kes bûn ku we bawerî bi hêza jinan anî û bi rastî jî ji bo azadiya jinan şoreş kir.

Çi qasî tecrîda giran bibe, wê ewqas jî têkoşîn bihêztir bibe. Bê guman wê tecrîd were şikandin û azadiya Rêber Apo misoger bibe. Wê wek dayîk, têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê dewam bike.”

Back to top button