Zilar Stêrk: Piştî 4’ê Nîsanê pêvajoya netewbûna gelê Kurd dest pê kir

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo li gelê kurd pîroz kir. Zilar Stêrk diyar kir ku piştî 4’ê Nîsanê pêvajoya netewebûna gelê Kurd dest pê kir.. Lewra gelê kurd vê rojê weke vejînê dibînin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk derbarê 4’ê Nîsanê roja rojbûna rêber Apo ji telefezyona Medya Haber re axivî.

Zilar Stêrk diyar kir “Ji bo gelê Kurd piştî 4’ê Nîsana 1949’an dîrokeke din dest pê dike. Lewra 4’ê Nîsanê tê wateya ku Kurdbûnê rûmet stendiye û mafên xwe yên ruhî û gelî dîsa bi dest xistiye.

Zilar Stêrk got:

Dema ku Rêber Apo ji dayik dibe, li ser navê Kurdayetiyê tiştek nemaye, serhildanên Kurdan hatine têkbirin, Kurdî û çanda Kurdî qedexe bûye. Di van salan de Rêber Apo nakokiya jiyana civakî û sosyolojîl dibîne. Di temenekî zû de nakokiya çînî û ziman dijî û li hemberî vê siyaseta Tirkkirinê û înkarê serî hildide.

Zilar Stêrk anî ziman ku ev yek dibe nîşaneya destpêkirina pêvajoya netewebûna gelê Kurd. Ji ber vê gelê Kurd 4’ê Nîsanê wekî rojbûna xwe pîroz dike, milîtanên PKK’ê jî wekî zayîna xwe dibînin.

Zilar Stêrk: Rêber Apo rastiya têkoşîn û rêxistinkirina jinan pêşxist

Zilar Stêrk diyar kir ku naskirina fikra azadiyê ya jinan jî li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo pêk hatiye û wiha got:

Rêber Apo rastiya têkoşîn û rêxistinkirina jinan pêşxist, Têkoşîna jinên Kurd a ku geş dibe, bandorê li ser têkoşîna jinên cîhanê jî dike.

Zilar Stêrk: Di Newrozê de gel xwedîlêderketina li Rêber Apo eşkere kir

Zilar Stêrk îşaret bi Newroza sala 50’emîn a PKK’ê kir û destnîşan kir ku ev Newrozeke dîrokî bû, li gel ewqas astengiyên dewleta Tirk li Amedê bi milyonan kesî bi ruhê vejînê yê 50 salan tevlî Newrozê bûn..

Zilar Stêrk dawiyê de got:

Di asta girseyî de gelê me li dora Rêbertî bûye xeleq. Hezkirin, xwedîlêderketin û biryardariya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo dîsa danî holê.

Peyama ‘Azadî ji Rêber Apo’ re gihişt cihê xwe, hemû dinyayê ev tişt dît.

Back to top button