Li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Rojbûna Rêber Apo hat pîroz kirin

Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo li herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê çalakiyên pîrozbahiyê tên lidarxistin. Îro jî li gelek deveran Rojbûna Rêber Apo hat pîroz kirin.

Bi boneya rojbûna Rêber Ocalan, Tevgera Jinên Ciwan û Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê meşek bi erebeyan li dar xistin.

Girse paşê çûna mala Rêber Ocalan a li gundê Elpelûrê yê Kobanê û pêşengehek wêneyan vekirin.

Endama Koodînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û got:

“Li dijî dagirker û faşîstan divê jin di çarçoveya pêngava “dem dem azadiyê” de, têkoşînê xurttir bikin.”

Her wiha li gund û bajarên herêma Firatê hemleya çandina daran berdewam kir.

Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê ji beriya çend hefteyan ve hemleya çandinda daran ragihandibû.

Li ser vê yekê 10 hezar dar li navçeyên herêma Firatê çandin.

Şaredariya Gel a navçeya Dêrikê jî bi koordîneya Gerînendeya Parêzgehan a herêma Cizîrê dar çandin.

Bi dehan kes û endamên saziyên sivîl û leşkerî li bendava Borzê ya li Dêrikê zêdetirî 850 dar çandin.

Bi boneya 4`ê Nîsanê, li navçeya Tirbespiyê malbatên şehîdan serdana goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê kirin û dar çandin.

Malbatan serdana goristana Diyarê Felekê ya li gundê Etelce jî kir dar çandin

Li Çilaxa jî Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya 4’ê Nîsanê li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê ji zarokên şehîdan re şahiyek li dar xist.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeyê Hisên Beşîr axivî û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anîn.

Koma Çand û Hunerê ya Çilaxa jî stran gotin û şêranî li zarokan hatin belavkirin.

Bi heman wesîleyê li herêma başûrê Hesekê şahî ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin.

Zarokên şehîdan tevî dayikên xwe li hola Huriyê ya navçeyê kom bûn, piştre govendên zarokan hatin pêşkêşkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê jî şahiyek li navenda çandê ya Serdem a Hesekê li dar xist.

Di şahiyê de endama Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mîdye Meî axivî û got:

“Ciwan bi fikir û felsefa rêber Ocalan, ve girêdayî ne ku rêbertî bi rêya wê hewl dide gelan azad bike.”

Meclisa Malbatên Şehîdan bi alîkariya Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê şahiyek ji zarokên şehîdan re li navenda xwe li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan zarok û hevjînên şehîdan, nûnerên YPJ û endamên saziyên sivîl amade bûn.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Çinar Yûsif axivî û rojbûna Rêber Ocalan li zarokên şehîdan û gelên herêmê pîroz kir.

Back to top button