21’ê Mijdarê roja salvegera damezrandina Ronahî TV bi beşdariya hemû kedkarên televîzyonê û yê çapemenî ya azad hat pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de Rojnamevan Sterk Gulo axivî û teqez kir ku ewê li ser xeta ragihandina azad têkoşîna xwe bidomînin.
Rojnamevan Sterk Gulo da zanîn ku li Rojava yê kurdistanê weşangerî xebatekî gelekî zahmet bû û domand:
“Di nava derfetekî kêm kar û xebat hat meşandin.
Bi perspektîfên Rêber Apo em gîhîştin vê asta ku em bibin dengê şoreşa Rojava.
Di nava şoreşa Rojava de Ronahî TV bû hevî û baweriya gel.
Tenê ne gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî hemû beşên kurdistanê re bû çavkaniya hêz û baweriya gel.
Sterk Gulo herî dawî teqez kir ku li hemberî her cure êrîşên girtin, kuştin û rewandina rojnamevana emê dengê gel û heqîqetan derxinin holê û têkoşîna xwe bidomînin.
Herî dawî Yekîtiya Rojnamevaniya Neteweyî ya Erebî rojnamevanê herî serkeftî xelat kir.
Rojnamevan Serdar Goyî û Dilvîn Ezem xelata rojnamevenê herî baş girtin.