Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê, gundên navçeya Şera ya Efrîn û gundên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Îro di saetên şevê de, dagirkeriya Tirk gundên Til Meraş, Kefer Anton, Til Hecar, Şawarxe û El-Irşadiye yê navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.
Di saetên êvarî de jî, Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Meranaze, Malikiyê, Şiwarxa û kela Şiwarxa yên navçeya Şera bi dijwarî topbaran kirin.
Her wiha gelek gundên Eyn Deqna, Bêloniye û Semoqiye yên kantona Şehbayê jî hatin topbarankirin.
Têkildarî ziyanên êrîşan ti agahî nehatin bi dest xistin.



