QSD: Hin hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û Tirkiyê dixwazin fitnê derxînin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de daxuiyaniyek da û û got: Tu nakokiya me bi gelê Dêrazorê re tune ye, lê şerê niha li herêmê rû dide bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker û endamên girêdayî hikumeta Şamê re ye.
QSD′ê bang li şêniyan kir ku neyên lîstokên hêzên dijber.

Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku li dijî DAIŞ û çeteyên bazirganiya hişbirê hatiye destpêkirin di roja 7’an de dewam dike.

Navenda vê operasyonê gundewarê Dêrazorê ye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê daxuyaniyek da û got:

“Di van rojên operasonê de hin alîyên girêdayî hin saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ku di çemê Firatê û xeta Salihiyê re derbasî herêmê bibûn, hewl dan fitneyê û şer navbera gelên herêmê derbixin.

Her wiha di aliyê propogandayê de jî hewl didin wêneyekê bidin nîşandan ku ev şerê navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û gelê Dêrazorê ye.

Ev îdia derew e û ne rast e, nemaze ku operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li ser daxwaza gelê Dêrazorê û şêx û eşîran pêk hat.

Tu nakokî an pirsgirêk di navbera gelê Dêrazorê û hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk de tune ye,

berevajî vê yekê her kes dizane ku QSD′ê gelê herêm ji zulma DAIŞ′ê rizgar kir û niha gelên herêmê diparêze û heta niha ewlehî û îstiqrarê pêk tîne.”

QSD’ê dazanînku hinek alî bi şerê propagandayê ve vê yekî weke şerê kurd û ereb bide nîşandan û wiha berdewam kir:

“Lê ya rast tu nakokiyên gelê Ereb bi gelê Kurd re tune ye. Her du gel bi salên dirêj bi hev re di nava aramî û îstiqrarê de dijîn.

Di esas de QSD′ê nîşaneya herî bihêz e ku yekitiya tevahî gelên herêmê, bi taybetî yekitiya gelên Ereb û Kurd îsbat dike..

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me ha ji van lîstokan heye, helwesta QSD′ê ya li hemberî van lîstokan jî parastina herêmê bi tevahî pêkhateyên wê ye, ev yek jî bersiva herî xurt a li dijî tevahî fitne û lîstokan e.”

Back to top button