Ferdî Yamar: Cezayê dîsiplînê ji bo hevdîtinê ne asteng e

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Parêzer Ferdî Yamar tecrîda li Îmraliyê şermezar kir.
Her wiha hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di mîtinga Amedê de bal kişand li ser tecrîdê û got: Heta tecrîd bidawî nebe aramî nayê li Tirkiyê.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Parêzer Ferdî Yamar têkildarî helwesta CPT û saziyên mafê mirovan ê li dijî tecrîdê axivî.

Ferdî Yamar bal kişand bêdengiya CPT’yê û got:

Helwesta DMME’yê ya ji bo tecrîda Îmraliyê bêhiqûqî ye.

Lê belê nepêkanîna hiqûqê peyameke polîtîk e û tecrîd berdewama polîtîkaya “neçareserkirinê” ye.

Yamar dazanîn ku sedemeke kûrkirina tecrîdê ya di asta navneteweyî de jî ew e ku dewlet ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin.

Parêzer Yamar: Ez dixwazim hevdîtinê bi birêz Abdullah Ocalan re bikim

Yamar diyar kir ku wekî hiqûqnasekî ew dixwaze hevdîtinê bi Rêber Apo re bike û ev tişt anî ziman:

“Wekî parêzvanekî mafên mirovan û hiqûqnasekî ez bêhiqûqîtiya li Îmraliyê û tecrîdkirina li ser birêz Ocalan qebûl nakim.

Ez dixwazim hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikim û pêvajoya ku ew pê re rû bi rû maye wekî rapor amade bikim û wê rapora ku CPT bi raya giştî re parve nekiriye, parve bikim.”

Yamar rexne li baroyan jî kir ku di warê têkoşîna li dijî tecrîdê de qels in û got:

“Divê baro li dijî tecrîdê kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin û wan îmzeyan pêşkeşî Wezareta Dadê bikin û bipirsin ku çima hevdîtin nayê kirin.”

Berdan Ozturk: Sedema bidawîbûna demokrasiyê tecrîda li dijî Rêber Apo ye

Li ser heman mijarê hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk diyar kir li Tirkiyê sedema bidawîbûna demokrasiyê, şerê li hemberî Kurdan e û tecrîda li dijî Rêber Apo ye.

Back to top button