Rûspiyên Tebqayê: Em li gel hêza xwe QSD ne

Rûspî û serokeşîrên Tebqayê teqez kirin ku Divê ew li hember Tirkiyê destekê bidin QSD’ê.

Serokeşîrê El Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El Raşid helwesta hêzên navneteweyî yên li herêmê şermezar kir û got :

“Helwesta hêzên navneteweyî li hember êrişan nîşan dide ku wê rê daye dewleta Tirk ku êrişan pêk bîne..

Eger ev dewlet bêdengiya xwe bidomînin divê ji herêmê derkevin.”

El Raşid tekez kir ku ev êriş dê îsrara me ya berxwedanê û hevgirtina bi QSD û Rêveberiya Xweser re zêde bikin.

Her wiha serokeşîrê El Bû Mesera Feysel El Cuma jî dibêje:

“Divê em xwe nespêrin dewletan ku qaşo aştiyê diparêzin..

Ji ber ku ew bi xwe rê didin dewleta Tirk ku li dijî herêmê şer dest pê bike.”

El Cuma dawiyê destnîşan kir ku ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk hevgirtina bi QSD’ê re pêwîst e.

Back to top button