Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê 2 tûrbînên gazê xebitandin

Ekîbên pispor ên kargeha Siwêdiyê 2 tûrbînên gazê xebitandin û bi tora giştî ya kehrebeyê ve girê dan.

Di êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, kargeha gazê ya gundê Siwêdiyê yê navçeya Dêrikê hat hedefgirtin.

Di encamê de kargeh rawestiya û kehrebe li Herêma Cizîrê û gaz li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bûn.

Ekîbên pispor ên Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê ji bo vegerandina kehrebeyê ketin tevgerê.

Vê êvarê nivîsgehê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê da zanîn ku 2 tûrbînên gazê hatin xebitandin û bi tora giştî ya kehrebeyê ve hatin girêdan, ku dê 35 mêgawat kehrebe bidin.

Nivîsgehê diyar kir ku kargeh wê kehrebeyê tenê bide xetên xizmetguzarî yên Herêma Cizîrê.

Back to top button