Artêşa dagirker gundên Til Temir, Şehba û Kobanê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker ev 10 roj in êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Tirkiyeya Dagirker ji seatên sibehê ve dest bi êrişa ser gundên koban, Cizîr û Şehba kiriye.

Artêşa Tirk îro careke din berê topên xwe da herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê û di êrişan de binesaziya herêmê û çavkaniya jiyanê dike hedef.

Her wiha vê êvarê jî gundê Bênê, Soxanekê, Meyasê yên navçeya Şêrawa hate topbaran kirin.

Li gor agahiyan di encama topbarana li dijî gundê Soxanekê de 2 sivîl birîndar bûne.

Li gorî agahiyan di nava 24 saetên dawî de, Artêşa Tirk 227 topan avêtin gund û navçeyên Efrîn û Şehbayê.

Di van topbaranan de zirarên madî çêbûn.

Ji şeva 19-20’ê Mijdarê ve êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê ranewestiyane.

Gundên Zormixar û Çarqilê yên rojavayê bajarê Kobanê, gundên Cêşan û Koran ê rojhilatê bajêr bûn armanca êrişan.

Back to top button