Bi tevlîbûna hejmark tîmên sporê, îro Festîvala werzîşê ya Şehîd Hogir a Xwendekaran li Hola Şehîd Zelal Mûnzûr û Stada Heysem Kiço ya li Qamişlo dest pê kir.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk festîval organîze kir.
14 tîmên futbolê, 6 tîmên voleybolê, 2 lîstikvanên pînponê, 26 lîstikvanên kişikê û 12 bezvan amade bûn.
Festîval, wê 2 rojan li Qamişlo be û 26’ê Gulanê jî wê li Tebqayê dest pê bike.
îro lîstika desmal û çewal hat lîstin.
Berdevka Tevgera Xwendekarên Demokratîk Narîn Helawî diyar kir ku armanca lidarxistina festîvalê, pêşxistina xwendekaran ji hêla werzîş û çandê ve.
Sibê wê pêşbirka zanistî, helbesta, stran, govend, şano û konsert bên lidarxistin.
Festîvala îsal, diyarî şehîd Şahîn Cûdî hatiye kirin.
Şehîd Şahîn Cûdî, 30’ê Cotmeha 2018’an dema ji Başûrê Kurdistanê vedigire Rojava, di encamê êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.