Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin

Îro li Şehbayê bi merasîmekê cenazeyên 3 şehîdan hat oxirkirin.

Bi sedan kesî cenazeyên şehîdan li nexweşxaneya Avrîn girtin û birin goristana Şehîdên berxwedan serdemê..

Di merasîmê de ji rêveberên meclisa malbatên şehîdan a Efrînê Xedîce Îbo û yek ji Rayedarên Rêveberiya Xweser Silîman Cafer axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata Şehîdan re hate xwest û soza berdewamiya riya şehîdan hate dubarekirin.

Piştre wesîqeya şihadetê a şehîdan hat xwendin û radestî malbetên wan hat kirin.

Cenazeya Şehîd Îbrahîm Bîlal yê hêzên ewlekariya hundirîn ku di encama nexweşiyê de şehîd bû li goristana şehîdan ya navçeya Ehrezê spartin axê.

Cenazeyê şehîd Ehmed Gilî yê di qonaxa 2. ya berxwedana serdemê de şehîd bû li gundê Teanê spartin axê .

Her wiha cenazeyê Fîdan Sebrî Çawîş a ku di teqîna Ehdasê jiyana xwe ji dest dabû, li goristana şehîdan ya navçeya Fafînê spartin hat oxirkirin.

Back to top button