Êrîvan îthalkirina hemû kel û pelên Enqerê qedexe kir

Ermenistan wekî bersiva kiryarên wê yên dijminane, hefteya bê qedexeya fermî li ser îthal-kirina hemû kel û pel Tirk ragihand.

Li gorî Radio Free Europe Radio Liberty (RFE/RL), desthilata Ermenistanê got,

Ji hefteya bê wê dest bi ferzkirina qedexeya fermî li ser îthalkirina tevahî kel û pelên tirkî bike.

Ermenistan sedema vê yekê bi destwerdana Tirkiyê ya raste rast di şerê li Qerebaxê de nîşan da.

Qedexe 31’ê Kanûnê wê dest pê bike û 6 mehan dewam bike.

Li gorî rayedarên hikumetê, dibe ku dema qedexeyê were dirêjkirin.

Li paytext Êrîvanê di nava polîs û xwepêşandêran de pevçûn derket

Li aliyekî din, careke din li paytexta Ermenîstan Êrîvanê di nava polîs û xwepêşandêrên daxwaza îstifaya serokwezîr Nîkol Paşînyan dikin de pevçûn derket.

Li welat ji 10’ê Mijdarê ve xwepêşandan tên lidarxistin.

Back to top button