Li Tirkiyê zext û zilma li girtîgehan her diçe zêde dibe.
Komeleya Mafê Mirovan a li Tirkiyê rapora derbarê binpêkirinên mafan li girtîgehên Êlihê eşkere kir û got ku pirsgirêkên mezin li girtîgehan hene.
Li girtîgehên dewleta Tirk bi deh hezaran girtî bi zilm û êşkenceyên giran re rû bi rû dimînin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê rapora xwe ya ku derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Êlihê amade kiribû eşkere kir.
Hat diyarkirin ku rapor ji serdanên Girtîgeha Tîpa T a Êlihê û Girtîgeha Êlihê pêk tê û wiha hat gotin:
“Di hêla mafê ragihandin, agahî girtin, têkilî danîn û tenduristiyê de pirsgirêkên mezin li girtîgehan hene.
Her wiha girtiyan îdîayên lêgerîna tazî, êşkence û miemeleya xerab jî anîn ziman.
Girtiyan got ku di warê werzîş, çand û hunerê de nikarin tiştekî bikin.”
Di raporê de çend daxwaz û pêşniyarên ku hatin kirin wiha ne:
* Divê rêveberiya girtîgehê bi pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan re mijûl bibe, girtiyan di wextê de bibe nexweşxaneyê.
* Divê astengiyên li pêşiya mafê werzîş, çand û hewa-darî bên rakirin.
* Divê astengkirinên li ser pirtûk, kovar û rojnameyan bên rakirin.
* Divê binpêkirin bi awayekî bi bandor bên lêpirsînkirin.
* Divê pêkanînên dayîna tekmîlê, hucreya yek-kesî û jimartina li ser pêyan bi dawî bibin.