Şêniyên Batîfa û Keşan yên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi ser baregeha MÎT’ê ya li Batîfa de girtin.
Şêniyên gundê Keşan a bajaroka Batîfa ya navçeya Zaxoyê ber bi baregeha MÎT’ê ya li Batîfa meşiyan û bi hêrs nerazîbûn li dijî kirinên dewleta Tirk nîşandan.
MÎT’ê jî ji tirsa şêniyan deriyê baregeha xwe girt û hawara xwe gihand PDK’ê û piştre gef li şêniyan hat xwarin û ew belav kir.
Beriya niha jî şêniyan bi ser baregeha Tirkiyê ya Şêladizê de girtibûn û hemû baregeh şewitandibûn.