Komkara Erebî êrişên li dijî Hewlêrê şermezar kir

Komkara Erebî êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir û teqezî bi yekitî û serdestiya Iraqê li hember êrişan kir.

Li gor Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Komkara Erebî diyar kiriye ku Îran berpirsê encamên vê binpêkirina xeternake û ev hişyarî daye:

“Ger Îran êrişên xwe dubare bibe ku dê aştiya û ewlehiya li herêmê bi giştî têk bibe.

Divê ti alî serweriya Iraqê binpê nekin.

Ji mafê Iraqê ye wek endameke damezrîner a Komkarê û NY`yê, serî li rêbazên dîplomasî û qanûnî bide ji bo ku bersiva van binpêkirinan bide.”

Li gor ragihandina desthilata Başûrê Kurdistanê, di encama êrişa li ser derdora balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê êvara duşemê de ku Pasdarên Îranê girte ser xwe, 4 sivîl hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Supayê Pasdarên Îranê berpirsyariya êrişa Hewlêrê girt ser xwe

Back to top button