ŞEWATA ZEVIYÊN GUNDÊN NAVBERA GIRÊ SPÎ Û KOBANÊ DERDORA 50 HEZAR DONIM ŞEWITÎNE

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî her roj zeviyên hin deveran dişewitin.
Vê carê agir bi zeviyên gundên di navbera Kobanê û Girê Spî de ket.
Li aliyekî din jî li bajar û gundewarên Reqayê heta niha zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim û ceh şewitîn.

Îro piştî saetên nîvro agir bi zeviyên 6 gundên di navbera Kobanê û Girê Spî de vêket.

Gundên ku zeviyên wan şewitîne ev in,

Hûrik, Ebdûkê, Metînê,Koşkar Bîr Hebeş û Bîr Ereb.

Li gorî agahiyan derdora 50 hezar donim şewitiye.

Tîmên Agir Kujê di nava hewlidanan de ne da ku agir vemrînin.

Agir heta niha jî zeviyên wan gundan dane ber xwe.

ŞEWATA ZEVIYAN- REQA
HETA NIHA 28 HEZAR DONIM ŞEWITÎNE

Li bajar û gundewarên Reqayê heta niha zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim û ceh şewitîn.

Serokê Buroya Serjimariyê ya Rêveberiya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Heyder El-Mûsa destnîşan kir ku wan ji ber rewşên awarte tîmên agirkujiyê li gelek cihan belav kirin.

ŞEWATA ZEVIYAN- TIL KOÇER
HETA NIHA 15 HEZAR Û 360 DONIM ŞEWITÎNE

Şaredariya Gel a Til Koçerê jî diyar kir ku zeviyên 23 gundên girêdayî navçeya Til Koçerê şewitîne.

Di encama şewata zeviyên wan gundan de 15 hezar û 360 donim şewitiye.

Leave a Reply

Back to top button