Li Iraqê 5 kes dema xwestin malên gîştî bişewtînin hatin girtin

Li Îraqa 5 kes dema xwestin malên gîştî bişewtînin hatin girtin.
Li aliyekî din di xwepêşandanên duh jî 2 xwepêşander hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn

Li parizgeha Kerbeleyê polîsan 5 kes dema xwestin bi molotofan malên gîştî yên hemwelatiyên Iraqî bişewtînin girtin.

Li gorî regihandina polîsên parizgeha Kerbeleyê, kesên hatine girtin dixwestin deverên hikumetê jî biteqînin.

Di xwepêşandanên Iraqê de
2 xwepêşander hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn

Li paytexta Iraqê Bexdayê duh xwepêşandan li ser pira Senk a stratîcîk hatin lidarxistin.

Hêzên ewlekariyê bombeyên dengî û xaza rondikrêj li dijî xwepêşanderan bikar anîn.

Li gorî berpirsin ewlekariyê û hin çalakvanan, 2 xwepêşander hatine kuştin.

Çavkaniyeke bijîşkî ji Ajansa Reutersê re eşkere kir, yek ji wan ji ber ku bombeyeke dengî yekser li ser gerdena wî ketiye, hatiye kuştin.

Ji 1’ê cotmeha 2019’an ve li Iraqê xwepêşandan li dijî hikumetê tên lidarxistin û ta niha nêzê 500 xwepêşander hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button