Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê: Tikriyê pergaleke parastina asîmanî li Lîbyayê saz dike

Artêşa Niştîmanî ya Lîbya ragihand ku, li kêleka şandina çeteyan ji Sûriyê, Hêzên Tirkiyê pergaleke parastina asîmanî Amerîkî li balafirgeha Miêtîqayê saz dike, çek û topavêjan li peravên Misiratayê bi cih dike.

Berdevkê Artêşê Ehmed Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de diyar kir ku, di dema agirbestê de, wan avakirina wê pergalê û hatina hêzên dijber ji Tirkiyê û Sûriyê dîtiye.

Mismarî destnîşan kir ku, “li ser daxwaza hindek welatên hevalbend, wan agairbest pêk anî.”

“Lê mîlîsên Terabilusê wê bin pê dikin, lê hîna fermana bersivdayînê jî nehatiye dayîn.”

Her wiha Ehmed Mismarî da zanîn ku, ji ber nerazîbûnên li hember hatina hêzên Tirkiyê, gel pervaên petrolê girtine..

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Miovan doh 260 çeteyên Tirkiyê gihiştin paytexta Lîbyayê.

Leave a Reply

Back to top button