Komîteya Şopandinê ya ku di Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê de hatiye avakirin, civîna xwe ya 2. li dar xist.
Civîn bi beşdarbûna 13 endamên Komîteya Şopandinê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka MSD Emîna Omer û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş hat lidarxistin.
Têkildarî rêveçûna civînê, Emîna Omer got:
“Di civînê de, raporên komîteyên pispor ên ku di civîna yekemîn a di dawiya Kanûna borî de hatibû lidarxistin, hatin xwendin û nirxandin.”
Emîna destnîşan kir ku lîsteya rêxistinî ya erk û peywirên komîteyê hat diyarkirin û dê bibe nexşeya xebata pêvajoya bê ya komîteyê.
Komîteya Şopandinê, di encama kongreya MSD’ê ya bi diruşma “Kongreya Niştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê” de ya 25’ê Mijdarê hatibû pêkanîn, hat avakirin.
Erka komîteyê, pêkanîna biryarên kongreyê û şopandina wan e.