Hovîtiya dewleta Tirk li Girê Spî

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên xwe, di nav de 2 jin, 6 kes revandin.
Her wiha li Efrînê jî malbatek bi giştî revand.

Navenda Belkekirina Binpêkirinan ragihand ku li bajarî Girê Sipî yê dagirkirî pitşî ku dewleta Tirk û çeteyên xwe bi ser malan de girt, jê 2 jin, 6 kes revandin.

Navên wan jî wiha ne:

-Şehama Fêsel Hemûd Ebdelah.
-Teyma Nîdal El-Eswed.
-Xalid Hemûd El-Berho.
-Xelîl Ehmed El-Necim El-Ebdelah.
-Îbrahîm El-Ehmed.
-Û Wesîm Ebdilfetah El-Mela.

Çeteyan malbatek bi temamî ji Cindirêsê revand

Li Efrînê jî, li gundê Kefer Dilêh ê navçeya Cindirêsê, çeteyan bi ser mala Ronî Xelîl Dado de girt û malbata wî revand.

Li gorî agahiyan, ji bo serbestberdana wan, çete doza fidyeyê dikin.

Back to top button