Dîsa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, bi dijwarî gundê Mişêrfê yê Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, duh bi şev bi dijwarî gundê Mişêrfê yê 3 km li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 dan ber topên xwe.
Ajansa nûçeyan a ANHA’yê da zanîn ku derdora 40 topên dagirkeran li dora navçeyê ketine û di êrîşên xwe de sivîl kirine armanc.
Ji ber topbarana dagirkeran li ser gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê jî, sivîlê bi navê Ehmed El-Xidir duh hat birîndarkirin.