Endamê Desteya Rêveberiya Navendî a DBP’ê banga bidawîkirina tecrîdê kir

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Okkeş Kava û Parlamenter Partiya Çepên Kesk Zeynep Oduncû diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo gihîştiye asteke din û bang li her kesî kirin ku li dijî tecrîdê rabin.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî daxwaz û bangên aliyan dewam dikin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî a Partiya Herêmên Demokratîk DBP Okkeş Kava têkildarî tecrîda girankirî axivî.

Okkeş Kava anî ziman ku desthilat bi pergala tecrîdê dixwaze pêwendiya Rêber Apo a bi civakê re qut bike û got:

Lê belê dîsa jî birêz Abdullah Ocalan dibe dengê hemû civakê.

Kava diyar kir ku lii Tirkiyê heq, hiqûq û edalet ji holê hatiye rakirin û wiha got:

Fewletên navneteweyî yên dibêjin ew demokrasiyê diparêzin, lê gava mesele tê ser birêz Ocalan û gelê kurd, xwe li ker û lalîtiyê datînin.”

Okkeş Kava: Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan gihîştiye asteke din

Siyasetmedar Kava destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Apo gihîştiye asteke din û ev tişt anî ziman:

“Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin civakekê tecrîd bikin.

Em dibêjin qey em azad in, na em ne azad in.

Li kuçeyan, bajaran, taxan û hemû qadên jiyanê tecrîd heye.

Ji bo şikandina tecrîdê Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Okkeş Kava di dawiyê banga xurtkirina têkoşîne li her kesî kir.

Zeynep Odûncû: Sedema krîzên piralî yên li Tirkiyê ji tecrîdê ne serbixwe ye

Derbarê mijarê de parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû jî nirxandin kir.

Zeynep Odûnc bibîrxist ku tecrîda li ser Rêber Apo tê sepandin sûcê mirovahiyê ye û ev yek got:

“Tecrîdeke li ser pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan tê sepandin heye.

Bi pêşniyarên wî re rizgariya gelan dikare pêk were.

Me ev yek di pêvajoya bi navê aştiyê dihate navkirin de dît.

Lê desthilata li ser xwînê siyasetê dimeşîne ev pêvajo xera kir.”

Bi domdarî Zeyneb destnîşan kir ku sedema krîzên piralî yên li Tirkiyê ji tecrîda li ser Ocalan ne serbixwe ye

Zeynep Odûncû: Ji 7 salî heta 70 salî gel daxwaza azadiya fîzîkî a rêber Apo dike

Parlamenter Zeynep anî ziman qasî desthilata AKP’ê saziyên navnetewî jî ji tecrîdê li Îmraliyê berpirsyar in û wiha bi dawî kir:

“Ji 7 salî heta 70 salî me xwe gihandibe kê gel daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo dike.

Lewra divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”

Harûn Okay: Eger tecrîd bi dawî bibe wê dijberiya civakê bi dawî bibe

Back to top button