Duh li herêma Biradostê leşkerên Tirk ên dagirker ketin nav 4 gundan û gef li şêniyên wan gundan xwarin û xwestin ji wan re sîxuriyê bikin.
Duh sibehê nêzî 100 leşkerên artêşa Tirk a dagirker ketin gundên Xelîfan, Lêlkan, Helkêla û Kunele yên ser bi bajarokê Sîdekan a navçeya Soran a Hewlêrê.
Leşkerên Tirk bi muxtar û xelkê gund re civiyan, ji xelkê gund xwestin liv û tevgera gerîlayan bişopînin.
Lê xelkê herêmê ev daxwaza leşkerên Tirk redikirin û gotin: “Em tenê karê xwe yê rojane dikin, em derbarê ti hêzekê de agahî kom nakin.”
Hat diyarkirin leşkerên Tirk di dema civîna bi welatiyan re, kişandina wêne û dîmenan qedexekirin, lê leşkeran wêneyên muxtar û xelkê gund qeyd kirine.
Xekê herêmê ji ber baregehên dewleta Tirk nikarin bi awayek asayî jiyana xwe berdewam bikin..
Artêşa Tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê zêdetirî 40 baregehên leşkerî avakiriye.



