NY ji bo Efxanistanê bêtirî 2.4 milyar dolar alîkarî kom kir

Ji Tebaxa 2021’an ve li Efxanistanê krîza aboriya ku heyî her ku diçe kurtir dibe. NY ji bo Efxanistanê konferansa alîkariyê pêk anî û daxwaza 4.4 milyar dolar kir. Di konferansên ku Îngilistan, Almanya û Qeterê maluvaniya wê kirî de, jimara ku dihat xwestin nehat komkirin.

Konferansa xêrxwazan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji bo alîkariya Efxanistan ya ji aliyê Talîbanê ve tê rêvebirin di nava mehê de cara duyemîn hate lidarxistin.

Lê careke din NY negihişt armanca xwe ya pêwistiya 4 milyar dolar.

Tê gotin, nebûna xêrxwazan û cudabûna nêrînan di warê siyasî ya Efxanistanê de, rê li ber gihandina rêjeya pêwîst digire.

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê, rayedarekî payebilind ê Neteweyên Yekbûyî got,

Di konferansa ku duh hat lidarxistin de welatên xêrxwaz tenê karîn 2,44 milyar dolar bidin.

Konferansa bi mazûvaniya Îngilîstan, Almanya û Qeterê ji aliyê NY ve hat lidarxistin.

Li gorî NY, li Efxanistanê nêzî 23 milyon mirov bi birçîbûnê re têdikoşin.

Ji sedî 95’ê Efxanan nikarin têr xwarin bixwin.

Bi qasî 10 milyon zarok ji bo bijîn ppêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Back to top button