KJK: Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe binuxumîne êrişî Rojava kir

Koordînasyona KJK’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd şermezar kir û ji bo Parastina destkefitên Rojava banga mezinkirina têkoşînê kir.KJK’ê got: Li hemberî operasyonên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser welatê me helwesteke xurt nîşan bidin.

Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê têkildarî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

KJK’ê di serî de sersaxî ji malbatê şehîdan û şîfa ji birîndaran re xwest û wiha got:

Îro li cîhanê, li Rojhilata Navîn û welatê me Kurdistanê şer ji her alî ve giran bûye.
Bi vê wesîleyê, em êrîşên qirker ên li ser gelên me yên Rojava şermezar dikin.
Di vî şerî de ku em weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pênase dikin, qirkirin, di asteke welê de ye ku wijdan û aqil qebûl nake.

Di dewamê de KJK’ê balkişande ser berxwedana Gêrîlayan li çiyayê kurdistanê û got:

”Artêşa Tirk ku salên dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê dixwe, di 22’ê Kanûnê de bi rengekî giran têk çû.

Ji bo vê têkçûna xwe binixumîne berê êrîşên xwe da Rojava.”

KJK’ê bêdengiya hêzên navnetewî li dijî êrîşan şermezar kir û ev tişt anî ziman:

Dewleta Tirk a faşîst ku guh nade ti qanûn, peyman û pîvanên navneteweyî, ji ber bêdengiya van hêzan ewqasî bêperwa dibe. Bêdengiya sazî û hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan, ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst banga ji bo êrîşê ye. Derdorên ku wijdanê gel ji bo wan tê gotin, bêdengiya wan dibe sedem ku desthilatdarî li ser piyan bimîne.

KJK: Ji bo parastina destketiyên rojava em têkoşînê mezin bikin

Ji bo Parastina destkefitên Rojava KJK’ê dawiyê banga mezinkirina têkoşînê kir û got:

Li hemberî operasyonên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser welatê me, li hemberî qetilkirina jinan û li dijî hegemonya mêr û faşîzmê helwesteke xurt nîşan bidin.”

Tevgera Azadî: Êrişên dewleta Tirk ispata binketina wî ye

Back to top button