Tevgera Azadî: Êrişên dewleta Tirk ispata binketina wî ye

Li Başûrê Kurdistanê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî Rojava şermezar kir û got: “Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava encama îflasa wê ya siyasî û leşkerî ye.”

Tevgera Azadîyê di daxuyaniya xwe de dazanîn ku di demek ku cîhan mijûlî şerê Îsraîl û Hemasê ye tirkyê êrîşê Rojava dike û wiha got:

“Dewlet Tirk bi hemû parçe û rengê xwe li dijî gelê Kurde.

Tevî ku qada şer û şerkirinê cudaye, dewleta Tirk êrişê cihên ji derveyî qada şer dike.

Ev encama îflasa siyasî û leşkerî ye ku dewleta Tirke ku êdî nikare li dijî vîna hêzên azadiyê li ber xwe bide.

Lewra artêşa Tirk têk diçe.

Bi taybetî di van çalakiyên serkeftî yên Gerîlayên Azadiyê de ku li Herêmê bandorê li hevsengiya hêzan dike.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna xwe ya xweser û bi felsefeya neteweya demokratîk roj bi roj serkeftinên mezin bidest dixin.”

Di nava 2 saetan de 10 bendên kontrolê hate bombardiman kirin

Back to top button