Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê li hember êrîşan têkoşînê xurt bikin

Ciwanên navçeya Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li ciwanan kirin ku asta berxwedanê li hember êrîşan bilind bikin.

Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Meş li qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Çerxerêya Gardînya ve bi rê ket.

Li wir endama rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Elîza Hiso daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hember êrişên dijmin ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên azadîxwaz berxwedaneke mezin didin meşandin.

Tevgera Azadî: Êrişên dewleta Tirk ispata binketina wî ye

Back to top button