Serokeşîrên Reqayê roala Rûsya garantor li herêmê şermezar kirin

​​​​​​​Serokeşîrên Ereb ên Reqayê rola Rûsya ya wekî garantora agirbestê di navbera QSD û dagirkeran de û bêdengiya wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin. Nûnerê eşîreya Şerabîn a li kantona Hesekê jî teqez kir ku QSD ji planên ku li pişt perdeyan ku li dijî wê pêk tên, hişyar e.

Şêx û rûspiyên Ereb ên Reqayê rola Rûsya ya wekî garantora agirbestê di navbera QSD û dagirkeran de, şermezar kir.

Serokêşîra El-Sebxa Tirkî El-Sû’an êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê bi tundî şermezar kir û piştgiriya xwe bi QSD’ê re diyar kir.

Em êrîşên dewleta Tirk yên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar dikin.

Lê bila Rûsya û Tirkiye zanibin ku em qet dev ji herêmên xwe bernadin.

Me ji bo rizgarkirina xaka xwe, bi hezaran şehîd oxir kirine û em amade ne hîn jî şehîdan bidin da ku xaka me ji çeteyan parastî bimîne.

Em ne şerxwaz in, lê em ê bi hemû derfet û rêbazan xaka xwe biparêzin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mil bi mil bi QSD’ê re ne, ji ber ew tenê xaka me ji terorê rizgar kirine.

Rûspiyê eşîra El-Elî, Şêx Remedan Rehal derbarê heman mijarê axivî û destnîşan kir ku divê her kes li ber qehremantiya şervanên QSD’ê bi hûrmet bisekine.

Eyn Îsa ji bo me sembol e, ji ber ku herêma yekemîn a ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin e.

Divê her kes li cîhanê spasiya qehramanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, ji ber bi berxwedana van qehramanan, cîhan bi tevahî ji tarîtiya DAIŞ û terorîzmê rizgar bû.

Me digot qey Rûsya wê alîkariya xelkên Sûriyê bike, lê tiştê hat xuyakirin, ku ew alîkariya Tirkiyê dike.

Em bang li Rûsyayê dikin ku erka xwe wekî garantora agirbestê bi cih bîne.

Sabit Cewher teqez kir ku QSD’ê ji planên ku li pişt perdeyan tên kirin hişyar in

Di heman çarçoveyê de, sekreterê Meclisa Rûspiyan a Hesekê û nûnerê qebîleya Şerabîn li kantona Hesekê Sabit Cewher diyar kir ku QSD ji planên ku li pişt perdeyan li dijî wê têne kirin, hişyar e.

Sabit Cewher bang li eşîr, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe kir ku piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser bikin.

Ev demeke, dewleta Tirk bi awayekî dijwar êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike û di encama êrîşên vê dawiyê de, 4 sivîl hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

Back to top button