Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser heremê didomîn.
Artêşa Tirk a dagirker duh êvarê gundê Qibûr El-Qiracne yê li bakurê Til Temirê topbaran kir.
Her wiha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heman rojê herêma di navbera gundên Ziyaret, Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê jî topbaran kirin.
Di encama topbaranê de, zeviyên welatiyan şewitîn.
Piştî Şêrewayê, artêşa Tirk û çeteyên wê naveçya Til Rifet a Şehbayê jî topbaran kirin.