Deriyê Til Koçerê..Daxwaza vekirinê tê kirin “NY” paşguh dike

Tekane Deriyê derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo bakur û Rojhilatê Sûrî, hîna girtî ye..

Ev bêhtirî 7 mehan e Deriyê Til Koçer bi biryara Konseya Ewlekariyê ya NY li ber alîkariyê hatiye girtin..

Rêveberiya Xweser dibêje ku, “pêwîst e bi lez ev derî li pêşiya alîkariyê were vekirin û alîkarî derbas bibe”

Di heman wextê de jî, Rûsya ji bo rewakirina deriyên di bin kontrola Hikûmeta Şamê de, ew û Çîn vekirina derî Veto dikin..

Rêxstina HRW, bang li Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî kir ku deriyê Til Koçer vekin.

Her wiha Almanya û Belçîka jî, pêniyara vekirina deriyê navborî li Konseya Ewlekariyê kiribû..

Halê hazir jî, NY alîkriyê di du deriyên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk dişîne û hemû deriyên din jî, paşguh kiriye..

Back to top button