Di êrîşa balafirên dagirkeriya Tirk de li Şeladizê 5 kes şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşê Başûrê Kurdistanê dike axa başûrê Kurdistan dagir dike û komkujiyan pêk tîne, lê hikûmeta başûrê Kurdistanê hîn jî behsa dostaniya bi dewleta Tirk dike.

Piştî ku dewleta Tirk 6 sîvîl li devera Şeladizê û Amediyê şehîd xist hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwaze bi welatên cîran re di nav têkiliyên dostane de be.

Balafirên şer ên dewleta Tirk duh di saetên nîvro de li gundê Sîda yê li devera Rêkan a Şêladizê wesayîtên welatiyan bombebaran kirin û komkujî pêkanî.

Di vê komkujiyê de 5 kes şehîd bûn û jimarek birîndar bûn.

Piştî cenazeyên du şehîdan gihiştin Şêladizê, di dema veşartina cenazeyên şehîdan de, welatiyan li dijî dewleta Tirk a dagirker dest bi xwepêşandanê kir.

Welatiyan xwest ber bi baregehên artêşa Tirk a dagirker ve biçin, lê asayîşê rê li welatiyan girt û ew asteng kirin.

Li Amediyê sivîlek di êrîşa balafirên dewleta Tirk de şehîd bû

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li devera gundê Golka yê girêdayî Amediyê jî êrîşek pêk anîn.

Di encama êrîşê de ciwanê bi navê Emîn Selah Hesen ku di nava rez û baxê xwe de bû, şehîd bû.

Balafirên şer herêmên Zaxo û Biradostê jî bombebaran kirin

Her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Perexê yê girêdayî bajarokê Derkarê yê Zaxoyê bombebaran kirin.

Balafiran êrîş birin ser gundê Bermîzê yê girêdayî herêma Biradostê jî û di encamê de agir bi zeviyan ket.

Hikûmeta Başûr: Em dixwazin bi welatên cîran re di nav têkiliyên dostane de bin

Piştî hefteyekê êrîş û operasyonên artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û di van êrîşan de ku gelek welatiyên Başûrê Kurdistanê şehîd ketin, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê êrîş hate şermezar kirin û hate gotin ku êrîş bûne sedema welatî şehîd bikevin û hat destnîşankirin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwaze bi welatên cîran re di nav têkiliyên dostane de be.

Back to top button